Mûşekên Îranê bi awayekî serkevtî li binkeya amerîkî ya Udeydê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i355334-mûşekên_Îranê_bi_awayekî_serkevtî_li_binkeya_amerîkî_ya_udeydê_ketin
Pêntagonê bi awayekî fermî piştrast kir ku binkeya stratêjîk a El Udeydê li Qeterê kete ber êrişa mûşekî.
(last modified 2025-07-13T12:01:31+00:00 )
Tîrmeh 13, 2025 16:17 Asia/Tehran
  • Mûşekên Îranê bi awayekî serkevtî li binkeya amerîkî ya Udeydê ketin

Pêntagonê bi awayekî fermî piştrast kir ku binkeya stratêjîk a El Udeydê li Qeterê kete ber êrişa mûşekî.

Di encama operasiyona Beşareta Feth a 2`yê, mûşekên balistîk û deqîq ên Îranê û tevî hebûna çend sîstimên pêşkevtî yên berevaniya hewayî ya Amerîkayê ji wan Tad û Patêryot di vê binkeyê de karîn bi hûrbînî li vê cihê hestyar kevin. Hin analîzor dibêjin eva ne tenê şikesta binavahiyeka girîng a sîxuriyê nîşan dide, belke qelişteka berbiçav a di sîstima berevaniya Amerîkayê li navçê de aşkera kirine. Ev destkevt ji hêla leşkerî û stratêjiyê ve peyameka aşkera li Amerîkayê û hevgirtiyên wê li navçê tê hesêb; peyamek ku bi zimanê mûşekê, hêza pêşîlêgir a Îranê qêriya.