Nîsan 15, 2025 20:10 Asia/Tehran

Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê got: Cinayetên Rejîma Siyonîst, ji ber dilreqiyeka zav e ku ev dilreqî her dem li cem wan heye.

Hezretê ayetullah Xamineyî di yekemîn hevdîtina sala nû bi berpirsên payebilind ên sê teşkîlatên birêvebirina welêt de amajeyî cinayetên bêmînak ên cinayetkarên siyonîst di êrişa bi qesd a ser nexweş, nûçegîhan, nexweşxane, jin û zarokên zilimdîtî yên Xezzê kir û got ku ev cinayetên Rejîma Siyonîst, ra dilreqiyeka zav dixweze ku koma cinayetkar a dagikir ev dilreqî  hema tê da heye. 

Rêberê Şoreşa Îslamî tevgeriyana hevdeng a cîhana Îslamê di warên aborî, siyasî û eger ku pêwîst be warên birêvebirinê de, hewcetiyeka cidî da zanîn û herwiha got ku Xwedê wê van zaliman bide ber qamçiyan lê ev yeka erkên giran ên hikûmet û netewan kêm nake.

Hezretê ayetullah Xamineyî li ser gotûbêjên Umanê, tevî xwedûrgirtina ji xweşbînî û bedbîniya zav li hember van gotûbêjan herwiha got: Di pêngavên yekem da biryara welêt ji bo gotûbêjê baş bûye, piştî wê jî divê bi hûrbînî tev bigerin, tevî viya ku cixêzên sor ji bo me û ji bo aliyê hember tam zelal in.

Rêberê Şoreşa Îslamî herwiha got: Dibe ku muzakire bigihîjin encamê yan negihîjin. Em jî li van gotûbêjan ne xweşbîn in ne jî bedbîn, lê em li şiyanên xwe xweşbîn in.

Serepeyv