Pizişkiyan: Cîbicîkirina rêkeftinan asoyên nû di têkiliyên Îran û Qeterê de vedike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i353463-pizişkiyan_cîbicîkirina_rêkeftinan_asoyên_nû_di_têkiliyên_Îran_û_qeterê_de_vedike
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekezî ser bilezkirina cîbicîkirina rêkeftinên hevpar di navbera Îran û Qeterê de kir û got: Cîbicîkirina van rêkeftina ji bilî jordebirina asta hevkariyê, dê bie sebeb ku asoyên nû di peywendiyên dostane di navbera Îran û Qeterê de pêk bên.
(last modified 2025-02-19T11:27:06+00:00 )
Sibat 19, 2025 15:28 Asia/Tehran
  • Pizişkiyan: Cîbicîkirina rêkeftinan asoyên nû di têkiliyên Îran û Qeterê de vedike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekezî ser bilezkirina cîbicîkirina rêkeftinên hevpar di navbera Îran û Qeterê de kir û got: Cîbicîkirina van rêkeftina ji bilî jordebirina asta hevkariyê, dê bie sebeb ku asoyên nû di peywendiyên dostane di navbera Îran û Qeterê de pêk bên.

Mesûd Pizişkiyan di civîna hevpar a desteyên pilebilind ên Îran û Qeterê de, bal kişand ser vê yekê ku peywendiyên her du welatan hertim ber bi geşatiyê ve çûne, got: Xalên hevpar ên olî û çandî û herwiha berjewendiyên hevpar, palpiştiyeke qahîm ji bo xurtkirina peywendiyên Têhran û Dohayê ne û cîbicîkirina rêkeftinên di navbera her du welatan da yê asoyên nû di peywendiyên dostane di navbera Îran û Qeterê de pêk bîne.

Şêx Temîm Bin Hemed Alê-Sanî, Mîrê Qeterê jî di vê civînê de kêfxweşiya xwe ji ber peywendiyên berbi pêş di navbera her du welatan de diyar kir û got: Peywendiyên Îran û Qeterê ji berê ve dostane bûne û tevî zêdebûna van peywendiyan di salên derbasbûyî de, em hîna jî negihîştine asta ku rayedarên her du welatan dixwezin.