Agirbes Xezzê encama berxwedana dijî Rejîma Siyonîst e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i352966-agirbes_xezzê_encama_berxwedana_dijî_rejîma_siyonîst_e
Wezareta karên derve ya Îranê û Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî bi weşandina daxuyaniyên cida, hevhatina agirbesa li Xezzeyê berhema berxwedan, wêrektî û mêrxasiya gelê Filistînê li hember yek ji mezintirîn jînûsaydên dîrokê dan zanîn û ji ber vê serkeftinê, pîrozbahî li gelê Filistînê kirin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çile 16, 2025 14:00 Asia/Tehran
  • Agirbes Xezzê encama berxwedana dijî Rejîma Siyonîst e

Wezareta karên derve ya Îranê û Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî bi weşandina daxuyaniyên cida, hevhatina agirbesa li Xezzeyê berhema berxwedan, wêrektî û mêrxasiya gelê Filistînê li hember yek ji mezintirîn jînûsaydên dîrokê dan zanîn û ji ber vê serkeftinê, pîrozbahî li gelê Filistînê kirin.

Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand: Îranê hevhatina agirbesê ku encama hevgirtin û hevkariya gelê Xezzê bi berxwedana bi rûmet û rawestana li hember koçberkirina bi darê zorê ya filistîniyan e, wek serkeftineke dîrokî ya gelê Filistînê, li gelê berxwedêr û Berxwedana Filistînê û hemû alîgir û evîndarên berxwedanê yên li herêmê û cîhanê pîroz dike..

Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî jî di daxuyaniyekî de derbarê agirbesa li Xezzeyê ragihand: Îro bidawîhatina şer û sepandina agirbesê li ser Rejîam Siyonîst serkeftineke mezin ji bo Filistînê û şikestineke mezintir ji bo Rejîma Siyonîst e ku xelkê Xezzê dilxweş û tijî nûbûn û berxwedanê dike û ber bi malên xwe ve dişîne.