Berxwedan û sekinîna li hember dijmin tenê rêya serkevtinê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i352007-berxwedan_û_sekinîna_li_hember_dijmin_tenê_rêya_serkevtinê_ye
Berpirsê nivîsgeha Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hizbullaha Libnanê li Têhranê, sekinîna li hember dijmin û berxwedan tenê rêya serkevtinê da zanîn.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Tesrîn 05, 2024 13:07 Asia/Tehran

Berpirsê nivîsgeha Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hizbullaha Libnanê li Têhranê, sekinîna li hember dijmin û berxwedan tenê rêya serkevtinê da zanîn.

Seyîd Ebdullah Sefîyedîn, roja Sêşemiyê di merasima çileya şehîdbûna Seyîd Hesen Nesrulah, sersekreterê Hizbullahê û rêzgirtina ji rêberên şehîd ên bereya Berxwedanê li bargeha paqij a hezretê îmam Xumeynî(re), amajeyî vê yekî kir ku nika ya ku diqewime, dîrokê diguherîne û got: Kesên ku perwerdehiyên Îslam û pêxember cih anîn, karîn li hember zorbêjiyê bisekinin.

Sefîyedîn, amajeyî rastbêjiya şehîd Seyîd Hesen Nesrulah û şehîd Sefîyedîn ku di rêya îslamê da şehîd bûn kir û herwiha got: Hizbullah ji dijmin natirse heta eger hejmara dijmin zêdetir be; Di vê qonaxa berxwedanê da ne tenê dijmin, belke hemû wan kesên ku alîkariya dijmin kirine jî mehkûmî şikestê ne.

Merasima roja 40`an a şehîdbûna Seyîd Hesen Nesrulah, sersekreterê Hizbullaha Libnanê û rêzgirtina ji rêberên şehîd ên bereya berxwedanê, bi hevkariya hin saziyên navnetewî û saziyên hozewî li Têhranê hate lidarxistin.