Iraqçî: Şêx Neîm Qasim, dewsgirekî hêja ji bo şehîd Nesrulah e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i351929-iraqçî_Şêx_neîm_qasim_dewsgirekî_hêja_ji_bo_şehîd_nesrulah_e
Wezîrê karên derve yê Îranê bijartina Şêx Neîm Qasim, wekî sersekreterê Hizbullaha Libnanê, pîroz kir û got: Şêx Neîm Qasim, dewsgirekî hêja ji bo şehîd Nesrulah e.
(last modified 2024-10-30T10:33:57+00:00 )
Çirî 30, 2024 14:03 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Şêx Neîm Qasim, dewsgirekî hêja ji bo şehîd Nesrulah e

Wezîrê karên derve yê Îranê bijartina Şêx Neîm Qasim, wekî sersekreterê Hizbullaha Libnanê, pîroz kir û got: Şêx Neîm Qasim, dewsgirekî hêja ji bo şehîd Nesrulah e.

Seyîd Ebas Iraqçî, wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê, îro Çarşemiyê û li rex civîna taxima hikûmetê, bijartina Şêx Neîm Qasim, wekî sersekreterê Hizbullaha Libnanê pîroz kir û dilniyabûna xwe ragihand ku ev wê dewsgirekî hêja ji bo şehîdê giranqedir, Seyîd Hesen Nesrulah be.

Iraqçî di dewamê da got: Hizbullah rastiyek e ku meriv nikare wê berçav negire. Hizbullah di halê cebirandina wan derbeyan e ku lêketine û fermande û serokên wê  di halê  guherînê ne . Ji nû ve tê rêkxistin û encama vê pêvajoyê jî me di rojên buhurî da di qadên operasiyonê da dîtin ku çawan Hizbullahê karî li hember êrişên bejahî yên Rejîma Siyonîst bisekine û derbeyên giran li vê rejîmê bide. Em kêfxweş in ku Hizbullahê xwe vejiyandiye û bihêz û qawet rêya xwe berdewam dike.