Di navbera Îran û Tirkiyê de bazirganiya  di asta 3 milyar dolarî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i343374-di_navbera_Îran_û_tirkiyê_de_bazirganiya_di_asta_3_milyar_dolarî
 Asta bazirganiya navbera Îran û Tirkiyê di heft mehên destpêka îsal de ji sê milyar dolaran derbas bû.
(last modified 2023-09-02T09:18:44+00:00 )
Îlon 02, 2023 12:42 Asia/Tehran
  • Di navbera Îran û Tirkiyê de bazirganiya  di asta 3 milyar dolarî

 Asta bazirganiya navbera Îran û Tirkiyê di heft mehên destpêka îsal de ji sê milyar dolaran derbas bû.

Li gorî rapora roja şemiyê ya ajansa nûçeyan a Tasnim`ê, amarên herî dawî yên ku ji aliyê Saziya Amaran a Tirkiyê ve hatine weşandin, nîşan dide ku bazirganiya vî welatî bi Îranê di heft mehên sala 2023`an de gihîştiye sê milyar û 25 milyon dolaran.

Sercem danûstandinên bazirganî yên di navbera her du welatan de di mehên Çileyê hetanî Tîrmeha sala borî de 3 milyar û 846 milyon dolar hat ragihandin.Li gorî vê raporê, hinardekirina Tirkiyê bo Îranê di mehên Çileyê hetanî Tîrmehê depêka par ji sedî 2 kêm bûye û gihîştiye 1.663 milyar dolarî.