Wezîrê Berevanî û Piştgiriya Hêzên Çekdar: Dijmin gelek lawaz bûne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i343282-wezîrê_berevanî_û_piştgiriya_hêzên_Çekdar_dijmin_gelek_lawaz_bûne
Wezîrê Berevanî û Piştevaniya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê teqez kir: Dijmin tevî ku gelek kelûpelên xwe hene, lê gelek lawaz bûne.​
(last modified 2023-08-28T00:47:32+00:00 )
Tebax 28, 2023 04:15 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevanî û Piştgiriya Hêzên Çekdar: Dijmin gelek lawaz bûne

Wezîrê Berevanî û Piştevaniya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê teqez kir: Dijmin tevî ku gelek kelûpelên xwe hene, lê gelek lawaz bûne.​

Emîr Serleşker Mihemed Riza Aştîyanî, Wezîrê Berevanî û Piştevaniya Hêzên Çekdar, got ku tevî ku dijmin gelek kelûpelên xwe hene, lê li Efxanistan, Iraq û Sûriyê û li deverên din pir lawaz bûne û di beşên din  ku bi hêzên Îranê re  rûbirû bûne, pîlanên wan bêencam bûne.

Wezîrê Berevanî û Piştevaniya Hêzên Çekdar bal kişand  ser vê yekê  ku hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi hêz in û cesaret û wêrektiya pêwîst ji bo bikaranîna kelûpelan hene û got: Em  di asta  herî bilind a hêz û îqtîdarê de ne, lewma dijmin nawêre reftareke bi  ehmeqtî bike

Wezîrê Berevanî û Piştevaniya Hêzên Çekdar teqezî li ser berhemanîna mûşekên curbicur li gorî hewcemendiyên hêzên çekdar kir û got: Em mûşekên curbicur û  mûşekên balistîk û stratejîk bêhêz û dirêj mezîl  berhem tînin, me mûşekên Krûz û berevaniya esmanî, bejayî û deryayî hene ku  ku li gorî hewcemendiyên hêzên çekdar têne çêkirin.

 

منبع خبر