Îranê bêrêziya dubare li Mizgefa Eqsayê şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i341489-Îranê_bêrêziya_dubare_li_mizgefa_eqsayê_şermezar_kir
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê kiryara endamê tundrê yê kabîneya rejîma apartayd a siyonîst a bêrêziya dubare li Mizgefa Eqsayê şermezar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 22, 2023 05:14 Asia/Tehran
  • Îranê bêrêziya dubare li Mizgefa Eqsayê şermezar kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê kiryara endamê tundrê yê kabîneya rejîma apartayd a siyonîst a bêrêziya dubare li Mizgefa Eqsayê şermezar kir.

Nasir Kenaanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Kiryarên handêr aliyekî din ê cinayetên berfireh û berdewam ên rejîma apartayd a siyonîst li dijî gelê Filistînê û pîrozweriyên dînî û îslamî yên vî welatî ye û pêwîst e Cîhana Îslamê û Civaka Cîhanî bertekeke bibandor, bilez û pêşîlêgir nîşan bide.

Kenanî her wiha got: Qudsa pîroz paytexta yekparçe û hetahetayî ya Filistînê bûye û dê hebe û destdirêjiyên lidûhev ên dagirkerên siyonîst ser vî bajarî û pîrozweriyên wî yên îslamî, dê ti guherînekê di rastî û rewşa wê ya dîrokî pêk neyîne.

Bi dehan bajaroknişînên siyonîst duh Yekşemiyê 21ê Gulanê bi serkirdetiya Îatamar Bin Gvêr wezîrê qaşo ewlehiyê yê Rejîma Siyonîst û di bin piştevaniya giran a polîsê vê rejîma dagirker ji dergeha El Mixarê hêrişî ser Mizgefa Eqsayê kirin.