Serokê Komara Îslamî ya Îranê serdana PÊşangeha Pirtûkan a Tehranê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i341362-serokê_komara_Îslamî_ya_Îranê_serdana_pÊşangeha_pirtûkan_a_tehranê_kir
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi amadebûna li Nimêjgeha Îmam Xumeynî (RE) ya Tehranê serdana jûriyên Dora 34an a Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Tehranê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 16, 2023 13:01 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê serdana PÊşangeha Pirtûkan a Tehranê kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi amadebûna li Nimêjgeha Îmam Xumeynî (RE) ya Tehranê serdana jûriyên Dora 34an a Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Tehranê kir.

Dora 34an a Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Tehranê ji roja 10ê Gulana 2023an va bi awayê amadehî û mecazî bi rêya malpera Ketab.Ir dest pê bû û dê heta 20ê Gulanê were domandin.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Serokkomartiyê, Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê di vê serdana du saet û nîvî da ku Wezîrê Çand û Irşada Îslamî û rêveberên vê wezaretxaneyê di warê Pirtûk û Weşandê da jî hevrêtiya wî dikirin, digel weşanger û çalakên warê pirtûk û weşanê axivî.

Di Dora 34an a Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Tehranê da 30 mêvan ji welatên cûrbicûr û 27 welat jî di beşa navneteweyî da beşdar in.

Dirûşmeya Dora 34an a Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Tehranê wek "Pêşeroj ya xwendinê ye" hatiye bijartin.