2 balefirên dijmin hevdem li sînorên asimanî yên Îranê hatin hekkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340877-2_balefirên_dijmin_hevdem_li_sînorên_asimanî_yên_Îranê_hatin_hekkirin
Rêveberê Giştî yê Kompaniya Pêşeya Elektronîkê ya Îranê qala hekkirina hevdem a du balefirên sîxoriyê yên dijmin bi bikaranîna pergalên Cenga Elektronîk ên îranî li nêzikî sînorên asimanî yên welêt kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 24, 2023 10:45 Asia/Tehran
  • 2 balefirên dijmin hevdem li sînorên asimanî yên Îranê hatin hekkirin

Rêveberê Giştî yê Kompaniya Pêşeya Elektronîkê ya Îranê qala hekkirina hevdem a du balefirên sîxoriyê yên dijmin bi bikaranîna pergalên Cenga Elektronîk ên îranî li nêzikî sînorên asimanî yên welêt kir.

Emîr Edmîral ‘Emîr Restigarî’ Rêveberê Giştî yê Kompaniya Pêşeya Elektronîkê ya Îranê derbarê destkeftên vê kompoaniyê di warê Cenga Elektronîk da got: Pergalên keşfkirin û bersivdana li hemberî bandên frekansî ku pergalên Cenga Elektronîk ên herî nûjen li cîhanê di wan da dixebitin di destê me da hene û em dikarin hemî bereyên pêlên elektromegnetîk ên dijmin bişopînin û bersiva guncan bidin.

Edmîral Restigarî her wiha got: Ji bo parastina fezaya welêt û sînorên asimanî yên Îranê em bi salan e ku mijûlî Cenga Elektronîk in û her êrîşkerekê ku heta îro şiyana Komara Îslamî ya Îranê ceribandiye, pê hesiyaye.