Emîr Heyderî: Tanka 'Kerrar' li çekên Hêza Bejahî ya Artêşê zêde dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340705-emîr_heyderî_tanka_'kerrar'_li_çekên_hêza_bejahî_ya_artêşê_zêde_dibe
Fermandeyê Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê qala zêdebûna Tanka Kerrar’ê li vê hêzê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 15, 2023 10:28 Asia/Tehran
  • Emîr Heyderî: Tanka 'Kerrar' li çekên Hêza Bejahî ya Artêşê zêde dibe

Fermandeyê Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê qala zêdebûna Tanka Kerrar’ê li vê hêzê kir.

Emîr sertîp ‘Kiyomers Heyderî’ Fermandeyê Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Ji bilî Tanka Kerrar’ê, tankine me yên ciyawaz li Hêza Bejahî ya Artêşê hene ku Tanka T-72 û tankên Îrtiqa ji wan in.

Fermandeyê Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Hêza Bejahî ya Artêşê li gorî xwesteka Fermandeyê Gişt Hêzan, veguheriye hêza herrikbar a hicûmî û lezbertek; yanî hêzek bi şiyana tevgeriyan û hicûma sedî 100.

Fermandeyê Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê xaljenî, şiyana zivirîna li dora xwe, hişmendbûn, deqîqbûn û şebeke-mihwerbûn wek hêmanên danasandî yên sereke ji bo çek û alavên vê hêzê zanî.