Emîr-Ebdullahiyan: Komara Îslamî ya Îranê piştevana aştiyê û dijbera şêrr e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339794-emîr_ebdullahiyan_komara_Îslamî_ya_Îranê_piştevana_aştiyê_û_dijbera_şêrr_e
Wezîrê Karên Derve yê Îranê îdiayên derbarê bikaranîna xwefirrên îranî li Ukraynê nedurist zanî û got: Komara Îslamî ya Îranê piştevana aştiyê û dijbera şêrr e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 26, 2023 14:52 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Komara Îslamî ya Îranê piştevana aştiyê û dijbera şêrr e

Wezîrê Karên Derve yê Îranê îdiayên derbarê bikaranîna xwefirrên îranî li Ukraynê nedurist zanî û got: Komara Îslamî ya Îranê piştevana aştiyê û dijbera şêrr e.

“Hisên Emîr-Ebdullahiyan” Wezîrê Karên Derve yê Îranê roja Yekşemiyê di pey hilêxistina îdiayên bêbingeh derbarê şandina xwefirrên îranî bo Rûsyê ji bo bikaranîna di şerê Ukraynê da, li twitterê nivîsî: Îdiayên li ser bikaranîna xwefirrên îranî li Ukraynê ne durist in.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha nivîsî: Biryar bû duyemîn hevdîtina desteyên siyasî û leşkerî yên Îran û Ukraynê were lidarxistin, lê hin aliyên rojavayî tenê îdia dikin û ti belgeyekê raber nakin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê tevî tekeziya li ser vêya ku welatên rojavayî divê dest ji vê lîstika bêencam bikişînin, ragihand: Îran piştevana aştiyê û dijbera şêrr e.

Rayedarên Komara Îslamî ya Îranê bi caran îdiayên derbarê şandina alîkarî û çekan bo Rûsyê ji bo bikaranîna di şerê Ukraynê da red kirine.