Sefera Reyîsî ya Çînê xala werçerxanê ya peywendiyên Îran û Çînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339562-sefera_reyîsî_ya_Çînê_xala_werçerxanê_ya_peywendiyên_Îran_û_Çînê
Medyayên Çînê seredana Serokê Komara Islamî ya Îranê ya Pêkenê, nîşaneya asta bilind a pêbawerîya dualî di navbera her du welatan da û xala werçerxanê di peywendîyên dualî da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 16, 2023 06:29 Asia/Tehran
  • Sefera Reyîsî ya Çînê xala werçerxanê ya peywendiyên Îran û Çînê

Medyayên Çînê seredana Serokê Komara Islamî ya Îranê ya Pêkenê, nîşaneya asta bilind a pêbawerîya dualî di navbera her du welatan da û xala werçerxanê di peywendîyên dualî da zanîn.

Şebekeya Nûçeyan a CGTN a Çînê di raporekê da
têkildarî seredana Serokomarê Îranê ya wî welatî
nivîsî: Îran bi xurtkirina istiratejîya pêşxistina
peywendîyan digel welatên rojhilata cîhanê bi dû
berfirekirina hevkarîyên digel Pêkenê ye û bê guman
Komara Islamî ya Îranê bi xurtkirina hevkarîyên
aborî digel Çînê hewil dide sermayeguzaran han bide
ku sermîyanê li bazara Îranê bixin dewrê.
Di vê raporê da hatîye ku Serokomarên Çîn û Îranê
di hevdîtinekê da basa mijarên girîng ên navnetewî û
yên Rojhilata Navînê ji wan bernama navokî ya
Îranê, şerê di navbera Ûrsêt û Ukraynê da, qeyrana
Efganistanê û rewşa Sûrîye û Yemenê kirin.
Serokê Komara Islamî ya Îranê Seyîd Ibrahîm Reyîsî duh li
koma wekîlên bi dehan şirketên mezin ên aborî yên Çînê
li şarê pêkenê got ku muzakireyên baş pêk hatin û ji wan
xwest ku ji bo pêşxistina hevkarîyên Îran û Çînê pêngavên
demdirêj û bilind rakin.

Reyîsî got ku li her du welatan gellek potansîyel hene ku
hê nehatine bikaranîn û wî û hevpîşeyê xwe pêgirî ser
sûdwergirtina ji wan potansîyelana bo pêşxistin û
berfirekirina zêdetir a hevkarîyên Têhran-Pêkenê kirin.