IMIDRO: 14 miliyar dolar zimhêrên kanzayê yên nû li Îranê hatin keşfkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339447-imidro_14_miliyar_dolar_zimhêrên_kanzayê_yên_nû_li_Îranê_hatin_keşfkirin
Serokê Desteya Rêveber a Rêxistina Pêşxistin û Nûkirina Maden û Pîşeyên Madenî ya Îranê (IMIDRO) qala keşfkirin û naskirina bayê 14 miliyar dolar zimhêrên kanzayê yên nû li Îranê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 11, 2023 11:51 Asia/Tehran
  • IMIDRO: 14 miliyar dolar zimhêrên kanzayê yên nû li Îranê hatin keşfkirin

Serokê Desteya Rêveber a Rêxistina Pêşxistin û Nûkirina Maden û Pîşeyên Madenî ya Îranê (IMIDRO) qala keşfkirin û naskirina bayê 14 miliyar dolar zimhêrên kanzayê yên nû li Îranê kir.

“Wecîhullah Ceferî” Serokê Desteya Rêveber a Rêxistina Pêşxistin û Nûkirina Maden û Pîşeyên Madenî ya Îranê (IMIDRO) got: “14 miliyar dolar zimhêrên tekûz ên kanzayê yên nû ku pirranî ji kanzayên metal ên weke mîs, zêr û hesin pêk tê, di heyama 2 salên derbasbûyî da li welêt hatine keşfkirin û naskirin.”

Li gorî rapora IRIB News’ê, “Ceferî” Serokê Desteya Rêveber a IMIDRO’yê di rêûrisma destpêkirina xebata çend yekîneyên nû li “Kompaniya FêrroKromê ya Coxetayê” li Parêzgeha Xorasana Rezewî got: “Ev reqem, asta tekûz a zimhêra kanzayên navbirî li nav erdê ye ku piştî derxistinê û derbaskirina qonaxên têkildar, bihayê berhema metal dê heta 10 qatî zêdetir bibe.”

Ceferî pêşbînî kir ku heta sala bê (1402) derdora 1,2 miliyar ton zimhêra mîsê ya nû li qadeke kanzayê ya Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê were keşfkirin.