Wezîrê Karên Derve yê Îranê berê xwe da Mûrîtanyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339185-wezîrê_karên_derve_yê_Îranê_berê_xwe_da_mûrîtanyayê
Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji bo hevdîtin û gotûbêja digel rayedarên payebilind ên Mûrîtanyayê ji Tehranê berê xwe da vî welatî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 31, 2023 16:48 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Îranê berê xwe da Mûrîtanyayê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji bo hevdîtin û gotûbêja digel rayedarên payebilind ên Mûrîtanyayê ji Tehranê berê xwe da vî welatî.

Komara Îslamî ya Îranê di çarçova danûstandina avaker digel cîhanê, tenê bala xwe nedaye ser welatên ewropî û parezemînên Afrîqa û Asyayê jî di asoya siyaseta derveyî ya Îranê da ne.

Li gorî rapora IRNA'yê, Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê ku îro Sêşemî di serê desteyeke payebilind a siyasî da terka Tehranê ber bi Nûakşûta paytexta Mûtanyayê kir, biryuar e di vê serdanê da digel rayedarên vî welatî ji wan "Muhemed Weled Xezwanî" serokkomar û "Muhemed Salim Weled Mirzok" Wezîrê Derve yê Mûrîtanyayê hevdîtin pêk bîne.

Mûrîtanya welatekî serbixwe li Rojavayê Afrîqayê ye; ev welata di sala 1960î da serbixwe bûye.