Nûnerê Serokê Komara Îslamî ya Îranê çû Agirdanka Zerdeştiyan li Yezdê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i338822-nûnerê_serokê_komara_Îslamî_ya_Îranê_çû_agirdanka_zerdeştiyan_li_yezdê
Bo cara yekem û li ser vexwendina Mubendê zerdeştiyên Yezdê li navenda Îranê, Nûnerê Serokê Komara Îslamî ya Îranê çû Agirdanka Zerdeştiyan li vî bajarî.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çile 14, 2023 16:23 Asia/Tehran
  • Nûnerê Serokê Komara Îslamî ya Îranê çû Agirdanka Zerdeştiyan li Yezdê

Bo cara yekem û li ser vexwendina Mubendê zerdeştiyên Yezdê li navenda Îranê, Nûnerê Serokê Komara Îslamî ya Îranê çû Agirdanka Zerdeştiyan li vî bajarî.

Hucet ul-îslam wel-muslimîn Ehmed Salihî Serokê Navenda Têkiliyên Gelanî ya serokomartiya Îranê derbarê serdana Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Yezdê, got: Em bo cara yekem li ser vexwendina mubed û nûnerê zerdeştiyên Yezdê hatin perestişgeha wan a sereke da nêrîna ciyawaz a dewletê ji bo çareserkirina meseleyên wan bişopînin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Ehmed Salihî derbarê lidarxistina yekemîn Maseya Xizmetguzariyê ji bo kêmîneyên dînî hevdem li sê parêzgehên welêt di hefteya derbasbûyî da got: Bi vî karî serdana serokomêr bo parêzgeha Yezdê, ev mase ji bo hemwelatiyên zerdeştî hatiye dabînkirin.