Pêşangeha Asimanî li Kîşê; Kepsûla fezayî ya mirovhilgir a Îranê hat nimandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i338178-pêşangeha_asimanî_li_kîşê_kepsûla_fezayî_ya_mirovhilgir_a_Îranê_hat_nimandin
Dora yazdehem a Pêşangeha Navneteweyî ya Pîşeyên Asimanî û Asimangerriyê ya Îranê bi pişikdarîya Rûsyayê li cihê dayîmî yê pêşangehên neteweyî li Girava Kîşê li başûrê Îranê bi rê va diçe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 16, 2022 13:43 Asia/Tehran
  •  Pêşangeha Asimanî li Kîşê; Kepsûla fezayî ya mirovhilgir a Îranê hat nimandin

Dora yazdehem a Pêşangeha Navneteweyî ya Pîşeyên Asimanî û Asimangerriyê ya Îranê bi pişikdarîya Rûsyayê li cihê dayîmî yê pêşangehên neteweyî li Girava Kîşê li başûrê Îranê bi rê va diçe.

Dora yazdehem a Pêşangeha Navneteweyî ya Pîşeyên Asimanî û Asimangerriyê ya Îranê bi beşdariya 80 kompaniyên navxweyî û 10 kompaniyên derveyî ji welatên Rûsiye, Çîn û Êtiyopiyê û bi raberkirina destkeftên xwe yên herî dawî di pîşeya asimanî da ji roja Sêşemiyê, 13ê Mijdara 2022an, li Girava Kîşê ya li Kendava Farisê dest pê kiriye û dê heta roja Îniyê bê domandin.

Armanca lidarxistina vê pêşangeha navneteweyî, sûdwergirtina ji derfetên pêşberî ên navxweyî û neteweyî bi merema danuistandina digel şirketên navxweyî û derveyî, raberkirina karayî û pêşketinên Komara Îslamî ya Îranê di warê vê pîşeyê da û nasandina şirketên zanistbingeh e.

Cureyên balafir û xwefirran, alav û pirtîyên balafir û xwefirran, nasandin û raberkirina xizmetên asimanî û asimangerîyê, alavên balafirgehan, pille û istolên balafiran, nermalavên asimanî û xizmetên têkildarî helekopteran ji wan berheman in ku li vê pêşangehê hatine raberkirin.

Bo cara yekem Kepsûla fezayî ya mirovhilgir a Îranê di vê pêşangehê da hatiye nimandin.