Emîr-Ebdullahiyan: Peywendiya Îran û Sirbistanê giştalî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i337986-emîr_ebdullahiyan_peywendiya_Îran_û_sirbistanê_giştalî_ye
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Peywendiya Îran û Sirbistanê li gorî têkiliyên avaker û berfirehkirin û xurtkirina wan di hemî waran da ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 04, 2022 16:07 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Peywendiya Îran û Sirbistanê giştalî ye

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Peywendiya Îran û Sirbistanê li gorî têkiliyên avaker û berfirehkirin û xurtkirina wan di hemî waran da ye.

Li gorî rapora ISNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê karên derve yê Îranê piştî hevdîtina bi Îîvîtsa Daçîç ( Ivica Dačić) wezîrê derve yê Sirbistanê li Bêlgradê, li cem nûçegihanan tevî sipasiya ji wî ji ber pêşwaziya ji taxima îranî, got: Serdana bo Bêlgradê li ser vexwendina fermî ji aliyê cenabê wezîrê derve yê Sirbistanê va pêk hat.

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî pîrozkirina salvegera 85an a têkiliyên Îran û Sirbistanê got: Peywendiya du welatan li gorî têkiliyên avaker û berfirehkirin û xurtkirina wan di hemî waran da ye.

Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê karên derve yê Îranê roja Yekşemiyê di serokatiya taximekê da berê xwe da Bêlgradê.