Emîr-Ebdullahiyan û Sûdanî li Tehranê civiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i337908-emîr_ebdullahiyan_û_sûdanî_li_tehranê_civiyan
Serokwezîrê Iraqê û wezîrê derve yê Îranê li ser mijarên eleqedar ên du welatan şêwirîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 30, 2022 12:47 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan û Sûdanî li Tehranê civiyan

Serokwezîrê Iraqê û wezîrê derve yê Îranê li ser mijarên eleqedar ên du welatan şêwirîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezîrê Iraqê roja Çarşemiyê di hevdîtina digel Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îranê da li ser mijarên girîng ên navçeyî û navneteweyî pê ra şêwirî.

Muhemed Şiya' Sûdanî roja Sêşemiyê di serê taximeke siyasî û aborî da ji bo hevdîtin û gotûbêja tev berpirsên Komara Îslamî ya Îranê gihşte Tehranê û digel Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, serokomar û alîkarê yekem ê serokomarê Îranê civiya.