Reyîsî: Reftara ducûre di têkiliya bi Îranê ra durûyan poşman dike
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî tekeziya li ser helwêsta Tehranê ya amadetiya ji bo bidestxistina hevhatina edlane, got: Reftara ducûre di têkiliya bi Îranê ra yên durû û riyakar poşman dike.
Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê di hevdîtin abi Seyid Bedir Bûseîdî wezîrê derve yê Omanê li Tehranê got: Hin aliyên navçeyî û navneteweyî berdewam bi rêya navciyan peyama hevkarî û danûstandinê didin; lê di pratîkê da berovajî tevdigerin.
Reyîsî bi gotina vêya ku roja îro dijminatiyên pergala serdestîxwaz û di serê wan da Amerîkayê li dijî gelê Îranê ji her kesî ra aşkira ye, got: Hêrs û dijminatiya amerîkiyan ji pêşketinên gelê Îranê hertim di heyama çar dehikên dawî da berdewam bûye û bi ser neketiye; lê amerîkî ji têkçûnên xwe ders nagirin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha tevî sipasiya ji helwêstên Omanê yên usûlî ji bo hevkariya digel Îranê di pêşdabirina mijarên navneteweyî da, peywendiyên Tehran û Mesqetê bihêz û bingehîn zanî.
Bûseîdî jî tevî sipasiya ji helwêstên bingehîn ên Îranê derheq mijarên navçeyî û navneteweyî nemaze stratejiya Reyîsî ya xurtkirina hevkariyên navçeyî, tekez kir: Peywendiyên Omanê bi Îranê ra pêka welatên din mînak e û em daxwaza berdewamî û berfirehkriina van peywendiyan di warên cûr bi cûr da dikin.