Li Îsfehana Îranê 145 çek û miqdarek cebilxane hatin dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i337594-li_Îsfehana_Îranê_145_çek_û_miqdarek_cebilxane_hatin_dîtin
Cîgirê fermandarê polîsê parêzgeha Îsfehanê ya Îranê ji dîtina 145 çek û miqdarek cebilxane li vê parêzgehê xeber da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 09, 2022 18:38 Asia/Tehran
  • Li Îsfehana Îranê 145 çek û miqdarek cebilxane hatin dîtin

Cîgirê fermandarê polîsê parêzgeha Îsfehanê ya Îranê ji dîtina 145 çek û miqdarek cebilxane li vê parêzgehê xeber da.

Li gor nûçeya ajansa IRIB NEWSê; Serleşker Muhemedreza Haşimî Fer, Cîgirê Rêveberê Polîsê Parêzgeha Îsfehanê ya Îranê ragihand, di heyama 45 rojên borî de, 145 cureyên çekên şer û nêçîrê û 11 hezar û 862 cebilxane li vê parêzgehê hatine dîtin.

Serdar Haşimî Fer amaje bi wê yekê jî kir, ku di vê heyamê de 95 kes di warê xwedîkirina çek, veguhestin û qaçaxçîtiyê de hatine girtin û 2 bandên sereke yên qaçaxçiya çekan jî hatine girtin.