Avêtina serkeftî ya Setlayhilgira Qaim-100'ê; dîmeneke din ji îqtidara neteweyî ya Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i337533-avêtina_serkeftî_ya_setlayhilgira_qaim_100'ê_dîmeneke_din_ji_îqtidara_neteweyî_ya_Îranê
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê avêtina sserkeftî ya setlaythilgira Qaim-100'ê wek dîmeneke din ji îqtidara neteweyî û şiyana xortên îranî yên zanyar zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 07, 2022 07:54 Asia/Tehran
  • Avêtina serkeftî ya Setlayhilgira Qaim-100'ê; dîmeneke din ji îqtidara neteweyî ya Îranê

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê avêtina sserkeftî ya setlaythilgira Qaim-100'ê wek dîmeneke din ji îqtidara neteweyî û şiyana xortên îranî yên zanyar zanî.

Li gorî rapora Fars Newsê, Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Duşemiyê di twîtekê da avêtina serkeftî ya setlaythilgira Qaim-100'ê wek dîmeneke din ji îqtidara neteweyî û şiyana xortên îranî yên zanyar ji bo fetihkirina lûtkeyên zanist û teknolojiyên nûjen tevî hebûna boykotan û zexta herî zêde zanî.

Kenanî her wiha nivîsî: Vê kiryarê dijminên gelê Îranê yên naskirî hêrs dike û dibe sebeb bêçine biaxivin.

Hêza Hewafeza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Şemiyê mûşeka Setlaythilgir a Qaim-100'ê avête asimên.

Li gorî ragihandina Yekîneya Hewafeza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî, setlaythilgira Qaim-100'ê ya bi ardûya hişk, setlaythilgirek e ku bi sê qonaxên ardûya hişk dê bikare setlayteke bi giraniya 80 kg li xolgeha 500 kîlometreyî ji Erdê bi cih bike.