Reyîsî: Ewlehî hêla dewlet û gelê Îranê ya sor e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i337381-reyîsî_ewlehî_hêla_dewlet_û_gelê_Îranê_ya_sor_e
Serokê Komara Îslamî ya Îranê ewlehî û aramiya welêt wek encama xwîna bi dehan û bi sedan şehîdan weke şehîd Elîvêrdî zanî û got: Ewlehî hêla dewlet û gelê Îranê ya sor e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 31, 2022 06:24 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Ewlehî hêla dewlet û gelê Îranê ya sor e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê ewlehî û aramiya welêt wek encama xwîna bi dehan û bi sedan şehîdan weke şehîd Elîvêrdî zanî û got: Ewlehî hêla dewlet û gelê Îranê ya sor e.

Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê di gotûbêja telefonî digel malbata şehîd Arman Elîvêrdî da tevî sersaxîdana bo malbata vî şehîdî, pesna mêrxasî û besîrta vî şehîdê hêja da û got: Şehîdbûna vî xortê mêrxas sembola derbasbûna ji canê xwe ji bo parastina ewlehî û aramiya welêt e û gel qedrê vê têkoşînê digire.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê hebûna şehîd Elîvêrdî û yên wekî wî bi awayekî xîretmendane di qada berevaniya ji ewlehiyê da ronker û çavkaniya îlhamê da zanî û got: Xwîna vî şehîdê hêja û şehîdên din ên berevanê ewlehiyê bi aşkirakirina pênaseya rasteqîn a xêrnexwazên welêt, dê bibe sebeba pêşketina besîret û agahiya zêdetir li nav gel.

Şehîdê berevanê ewlehiyê, Arman Elîvêrdî li pey ajawegêriyên vê dawiyê li Tehranê şehîd bû û meytê wî yê pak roja Yekşemiyê bi beşdariya bicoş ji aliyê gel va hat binaxkirin.