Îqameta 5 salî bo welatiyên biyanî li Îranê bi sermayeguzariya 100 hezar dolarî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i337378-Îqameta_5_salî_bo_welatiyên_biyanî_li_Îranê_bi_sermayeguzariya_100_hezar_dolarî
Welatiyên biyanî bi sermayeguzariya 100 hezar dolarî, îqameta 5 salî li Îranê werdigirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 31, 2022 04:55 Asia/Tehran
  • Îqameta 5 salî bo welatiyên biyanî li Îranê bi sermayeguzariya 100 hezar dolarî

Welatiyên biyanî bi sermayeguzariya 100 hezar dolarî, îqameta 5 salî li Îranê werdigirin.

Taxima dewleta Îranê di civîna Yekşemiyê pesendnameya têkildarî handana hatina sermiyan û diwîzê (pereyê biyanî) ji welatên din bo Îranê serrast kir.

Li gorî vê yekê, Wezareta karên hundir a Îranê erkdar e ku herî pirr heta mehekê ji bo welatiyên biyanî ku herî kêm bi qasî 100 hezar dolarî bi pereyên din sermiyandanîna demdirêj an jî bi heman qasî li Îranê sermayeguzariyê bikin, piştî piştrastkirin û ragihandina Wezareta karên aborî û darayiyê, destûra îqameta 5 salî derxîne.

Roja 26ê Cotmehê jî alîkarê wezîrê karên aborî û darayiyê yê Îranê got: Pêşketina aborî ya berbiçav, nifûsa zêdetir ji 80 miliyonî û hebûna bazareke mezin û bi çavkaniyên zehf û cihêreng, hêza karî ya xwenda, cihêrengiya keşûhewa û cînartiya bi bazara çend sed miliyonî ya derdora Deryaya Xezerê û welatên cînar ji babetên balkêş ji bo sermiyandaneran li Îranê ne.