Ji ber lehiya Tehranê 8 kesan canê xwe ji dest da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i335535-ji_ber_lehiya_tehranê_8_kesan_canê_xwe_ji_dest_da
Alîkarê operasiyonê ya Rêxistina Alîkarîgihandin û Rizgarkirinê ya Heyva Sor a Îranê got: Di lehiya Îmamzade Dawûd a Tehranê da heta niha 8 kesan canê xwe ji dest daye û 9 kes jî birîndar bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 29, 2022 04:16 Asia/Tehran
  • Ji ber lehiya Tehranê 8 kesan canê xwe ji dest da

Alîkarê operasiyonê ya Rêxistina Alîkarîgihandin û Rizgarkirinê ya Heyva Sor a Îranê got: Di lehiya Îmamzade Dawûd a Tehranê da heta niha 8 kesan canê xwe ji dest daye û 9 kes jî birîndar bûne.

Saet di 01:30 berbanga Pêncşemiyê da, lehiyek li navçeya Îmamzade Dawûd a Tehranê qewimî.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Murteza Muradîpûr, Alîkarê operasiyonê ya Rêxistina Alîkarîgihandin û Rizgarkirinê ya Heyva Sor a Îranê roja Înê tevî amajeya bi hûrgiliyên herî dawî yên xizmetgihandina hêzan û amûrên bikarhatî ji bo kontrolkirina lehiyê li navçeya Îmamzade Dawûd a ser bi beşa Kenê ya bajarê Tehranê, got: 305 hêzên operasiyonê di vê bûyerê da ketin tevgerê.

Alîkarê operasiyonê ya Rêxistina Alîkarîgihandin û Rizgarkirinê ya Heyva Sor a Îranê got: 8 birîndar radestî beşa acîl hatin kirin. Her wiha 8 kesan canê xwe ji dest da û 19 kes jî wenda ne.