Serdana Erdogan a Tehranê, mijara axaftina Çavuşoglu û Emîr-Ebdullahiyan bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i335271-serdana_erdogan_a_tehranê_mijara_axaftina_Çavuşoglu_û_emîr_ebdullahiyan_bû
Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê re li bara mijarên têkildarî peywendiyên siyasî û konsulî yên du welatan û sefera dualî ya fermî ya Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê bo Têhranê gotûbêj kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 17, 2022 05:50 Asia/Tehran
  • Serdana Erdogan a Tehranê, mijara axaftina Çavuşoglu û Emîr-Ebdullahiyan bû

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê re li bara mijarên têkildarî peywendiyên siyasî û konsulî yên du welatan û sefera dualî ya fermî ya Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê bo Têhranê gotûbêj kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, roja şemiyê piştî nîvro li peywendiya telefonî ya navbera Mevlut Çavuşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê û Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê, her du aliyan kêfxweşiya xwe ji serdana nêzîk a serokomarê Tirkiyê û şanda pêre bo Îranê nîşan dan û her duyan ser hin mijarên pêwendîdarê du welatan şêwirîn û gotûbêj kirin.

Di vê peywendiya telefonî de hin mijarên girêdayî peywendiyên siyasî û konsulî yên her du welatan û serdana fermî ya Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê bo Têhranê hatin gotûbêjkirin.

Serokomarê Tirkiyê êvariya roja duşemiyê li ser vexwandina fermî ya serokomarê Îranê Ayetullah Seyd Îbrahîm Reîsî û di serokatiya şandeke pilebilind a rayedarên siyasî û aborî de dê bigihe Têhranê.

Hevdîtin û gotûbêja bi serokê Komara Îslamî ya Îranê, lidarxistina heftemîn civîna Konseya Bilind a Hevkariya Îran-Tirkiyê û lidarxistina civîna çapemeniyê dê ji planên serdana fermî ya Erdogan bo Îranê bibin.