Li başûrê rojhilat Îranê 2 bandên bazirganiya narkotîkê hatin rûxandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i334957-li_başûrê_rojhilat_Îranê_2_bandên_bazirganiya_narkotîkê_hatin_rûxandin
Fermandariya polîsên Sîstan û Belûçistanê (Başûrê Rojhilatê Îranê) ragihand ku li vê parêzgehê 2 bandên mezin ên madeyên hişber hatin rûxandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 30, 2022 17:03 Asia/Tehran
  • Li başûrê rojhilat Îranê 2 bandên bazirganiya narkotîkê hatin rûxandin

Fermandariya polîsên Sîstan û Belûçistanê (Başûrê Rojhilatê Îranê) ragihand ku li vê parêzgehê 2 bandên mezin ên madeyên hişber hatin rûxandin.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya ajansa nûçeyan a IRIB Newsê, Serdar Ehmed Tahirî, fermandarê polîsên Sîstan û Belûçistanê got: Di heyama 72 saetên derbasbûyî de di encama du operasiyonên cuda li bajarên Serawan û Zahedanê, 2 bandên bazirganiya madeyên hişber ku bi qasî 4 ton û 820 kîlo madên hişbir ên pîşesazî û tiryakê pêre bûn hatin dîtin û zevtkirin. 

Serdar Tahirî her wiha got: Bazirganên madeyên narkotîk dil hebûn van madeyên hişber derbasî navend û kûrahiya welat bikin ku di encama operasiyonên polîs de 2 qaçaxçî hatin kuştin û 5 kes jî hatin girtin.