May 12, 2022 21:29 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Xelkê navçê naçin bin barê asayîkirina peywendiyên digel Rejîma Siyonîst

Wezîrê karên derve yê Îranê, berxwedana gelê Lubnanê li hemberî êrişên berdewam ên Rejîma Siyonîstî ji bo gelên navçê mînakek ronî da zanîn û got: Gelê berxwedêr yê navçê tu carî nekeve bin barê normalîzekirina pêwendiyan bi Rejîma terorîst û zarokkuj a Îsraîlê."

Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê û Mihemed Wesam El-Murteza wezîrê çanda Lubnanê roja çarşemê li gotûbêja bi dawîn pêşhatên navçê, pêşdebirina peywendiyên di navbera welatên îslamî û bi taybetî pêşdebirina hevkariyên navbera her du welatan gotûbêj kirin.

Di vê hevdîtinê de Emîr-Ebdullahiyan pêgeha Lubnanê di siyaseta derve ya Îranê de taybet zanî û peywendiyên baş ên gelê Îranê û hemû kom û eşîrên Lubnanê xwedî kevnariyeke dîrokî ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê li bara rewşa dijwar a aborî ya Lubnanê got: Tevî dorpêçên zordest ên rojava, Komara Îslamî ya Îranê li ser daxwaza dewlet û gelê Lubnanê amade ye hevkariyên aborî pêş bixe.

Di vê hevdîtinê de, Mihemed Wesam El-Murteza, amaje bi pêgeha taybet a Îranê li navça rojavaya Asyayê kir û got: Hikûmeta Lubnanê amade ye ku peywendiyên dostane bi hemû welatên dost û bira yên navçeyê û bi taybetî Komara Îslamî ya Îranê re berfireh bike. "

Serepeyv