Emîr-Ebdullahiyan: Bila Amerîka li dewsa zêdexwaziyê, şêwazeke rastbînane bigire ber xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i333079-emîr_ebdullahiyan_bila_amerîka_li_dewsa_zêdexwaziyê_şêwazeke_rastbînane_bigire_ber_xwe
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Îran ji bo bidestxistina lihevkirineke baş, bihêz û mayînde bibiryar e û Amerîka divê li dewsa zêdexwazî û astengîderxistina di rêya kar da, bi şêwazeke rastbînane tev bigere.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 07, 2022 16:35 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Bila Amerîka li dewsa zêdexwaziyê, şêwazeke rastbînane bigire ber xwe

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Îran ji bo bidestxistina lihevkirineke baş, bihêz û mayînde bibiryar e û Amerîka divê li dewsa zêdexwazî û astengîderxistina di rêya kar da, bi şêwazeke rastbînane tev bigere.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Pêncşemiyê di gotûbêja telefonî di gel Nîkola Silakovîç wezîrê derve yê Sirbistanê da derbarê gotûbêjên Viyenê got: Çîn, Rûsiye û sê welatên ewropî di rêya bidestxistina lihevkirinê, helwêsteke avaker hene.

Wezîrê karên derve yê Îranê rola Yekîtiya Ewropayê bi taybet hewildanên Cozêp Borel berpirsê siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê û Ênrîke Mora gotûbêjker payebilind ê Yekîtiya Ewropatyê di gotûbêjên Viyenê da jî erênî nirxand.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha pêwendiyên Îran û Sirbistanê ber bi pêşketinê nirxandin û hêvî kir ku bi lidarxistina komîsiyona aborî ya du welatan, rewş ji bo xurtkirina zêdetir a pêwendiyan xweş bibe.

Nîkola Silakovîç jî tevî pîrozkirina meha pîroz a Remezanê û Newroza Kevnare ji gel û dewleta Îranê, kêfxweşiya xwe ji ber salvegera 80î ya pêkhatina pêwendiyên du welatan diyar kir.