Adar 31, 2022 17:31 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 46 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 140 hezar û 204 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Pêncşemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê 2 hezar û 487 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin ku 355 nexweş ji wan rakirin nexweşxanan; Bi vî awayî hejmara giştî ya nexweşên Covîd 19ê li welêt derket 7 milyon û 162 hezar û 220 kesan.

Li gorî vê raporê heta niha 6 milyon û 873 hezar û 642 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Serepeyv