Adar 31, 2022 00:07 Asia/Tehran
  • Li Îranê 49 nexweşên din ên Koronayê mirin

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 49 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 140 hezar û 158 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Çarşemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê 2 hezar û 987 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin ku 409 nexweş ji wan rakirin nexweşxanan; Bi vî awayî hejmara giştî ya nexweşên Covîd 19ê li welêt derket 7 milyon û 159 hezar û 733 kesan. Herwiha 1,551 nexweşên bi Covid 19 di yekîneyên lênihêrîna zirav ên nexweşxaneyan de têne derman kirin.

Li gorî vê raporê heta niha 6 milyon û 868 hezar û 435 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Li seranserê cîhanê heta niha 6 milyon û 488 hezar û 925 kes ji ber vîrusa Koronayê can dane.

Korona xwedan çar mutasyonên genetîkî yên xeternak e, di nav de alpha, beta, gamma û delta, û Amicron guhertiyên genetîk ên herî dawî yên vîrusê ne.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) berê derbarê "tsunamî" ya Amicron û Delta û rekora zêdebûna nexweşên ji ber wan hişyarî dabû. 

Serepeyv