Emîr-Ebdullahiyan tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Îranê bo Sûriyê kir
Wezîrê Derve yê Îranê roja Çarşemê tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Îranê ji hikûmet û gelê Sûriyê kir.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Husên Emîr-Ebdullahiyan li hevdîtina tev Elî Memlûk, şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê serokomarê Sûriyê, bal kişand ser berdewamiya piştevaniya Îranê ji dewlet û gelê Sûriyê di şer û pevçûnên li dijî teror û tundrewî li herêmê de.
Elî Memlûk Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Serokomarê Sûriyê jî bal kişand ser rola girîng a Komara Îslamî ya Îranê li bihêzkirina aramiya navçê û bi taybetî rûbirûbûna grûpên terorîstî û rol û helwêstên general Qasim Sulêymanî di vî warî de bi bîr xist û ji wî şehîdê hêja re hurmet û rêz girt.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja çarşemê li sêyem serdana xwe ya Sûriyê di serokatiya şandeke pilebilind de ji Tehranê çû Şamê.