Adar 21, 2022 20:36 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Gelê Îranê di têkoşîna dijî istikbarê da rêya durist bijartiye

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî amajeya bi mijarên cîhanî yên li Efxanistan, Ukrayn û Yemenê diqewimin, got: Tevahiya van bûyeran heqbûn û bijartina durist a gelê Îranê di têkoşîna dijî Istikbarê da nîşan didin.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Duşemiyê di axaftina zindî û televîziyonî di yekemîn roja sala 1401ê da tevî pîrozkirina Cejna Newrozê û destpêbûna Sedsala Nû, bal kişand ser meseleyên cîhanî yên ku aniha diqewimin û hewcedariya tevahiya van babetan bi tevdîr û hereket û biryar û kiryara dursit û got: Dema ku em li bûyerên heyî li cîhanê dinêrin, heqbûn û rastiya gelê Îranê di rûbirûbûna di gelê bereya istikbarê zêdetir ji her tiştî diyar dibe.

Hezretê Ayetullah Xamineyî tevî tekeziya li ser vê yekê ku bijartina gelê Îranê di hemberî bereya Istikbarê "Berxwedan, teslîmnebûn û girêdayîbûn, parastina serbixwetî û xurtkiirna hundirîn a hikûmet û welêt" bû, got: Ev biryar neteweyî û durist bûn.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî amajeya bi vê yekê ku Xwedayê mezin warên hêviyê ji bo gelê Îranê dabîn kirine, got: Bihêlin bila dijmin ji hêvîdariya gelê Îranê bihêrs bibin.

 

Wî tevî amajeya bi bûyerên welatê bindest û misilman ê Efxanistanê û zilm û şêwaza derketina amerîkiyan piştî 20 salan zilm û cinayetê, got: Bûyerên Ukraynê jî mînakeke din e ku serokkomarê wî welatî ku ji aliyê welatên rojavayî va hatiye ser desthilatê jî gotinên tund li dijî wan tîne ziman.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha bal kişande ser bûyerên Yemen û bombebarana her rojî ya gelê berxwedêr ê vî welatî û ji aliyê din va karê Erebistanê yê serjêkirina 80 ciwan û nûciwanî, got: Tevahiya van bûyeran nîşana tarîtiya serdest li cîhanê û gurên xwînmêj e ku cîhan di destê wan da ye.

Hezretê Ayetullah Xamineyî aşkirabûna nijadperestiya rojavayî ji aliyên din ên bûyerên Ukraynê da zanîn û got: Veqetandina çermreşan ji sipîçerman û peyakirina wan ji trenan an jî mixabiniya aşkira ya rojavayiyan li medyayên xwe ji qewimîna şêrr li Ewropayê li dewsa ku li Rojhilata Navînê be, mînakine din ji nijadperestiya aşkira ya welatên rojavayî ye.

Wî mînakeke din a reftara ducûre li cîhana rojava rûbirûbûna di gel zikmê li welatan da zanîn û got: Eger zilm li welatên bin fermana wan biqewime, qet dengê xwe nakin û tevî ev hemî zilmê, îdiaya mafên mirovan jî dikin û bi vê îdiaya derew daxwaza bacê ji welatên serbixwe dikin.

Hezretê Ayetullah xamineyî destnîşan kir: Roja îro ji qonaxên herî riswa û rezîl ên serdema hevçerx di warê zilm û istikbarê ye û gelê cîhanê jî rasterast di halê mêzekirina van zilm û reftarên ducûre ye.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha di dewamê da tevî bibîrxistina tekeziya xwe ya sala pêş di roja yekem a salê da yanî xwedûrkirina ji "Girêdana aboriya welêt bi boykotên Amerîkayê ku gotina vê yekê ku heta boykot hebin, rewş wisa ye", got: Xweşbextane siyasetên nû li welêt nîşan da ku em dikarin tevî hebûna boykotên Amerîkayê jî bi pêş kevin, bazirganiya xwe ya derveyî geş bikin, girêbestên navçeyî pêk bînin û di warê neft û mijarên din da hin destkeftan bi dest bixin.

Wî got: Elbete ez bi tu awayî nabêjim ku li dû rakirina boykotan nebin û kesên ku di vî warî da dixebitin, bila karê xwe bişopînin, lê esas ev e ku em welêt bi awayekî bi rê va bibin ku boykot nekarin derba bingehîn û ziyana mezin li aboriyê xînin, loma ez îsal jî heman şîretê dubare dikim ku bila aboriya welêt bi boykotan va neyê girêdan.

 

 

Serepeyv