Adar 15, 2022 14:57 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Berfirehkirina pêwendiyan di gel Rûsiyê ji bo Îranê girîng e

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Bêyî ku em her alûgoreke naveteweyî berçav bigirin, berfirehkirina pêwendiyan bi Rûsiyê ra ji bo Îranê girîng e.

Li gorî rapora Fars Newsê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ku îro nîvro bi mebesta gotûbêja bi Sêrgêyî Lavrov ra gihîşte Moskoyê, di hevdîtina tev wî da got: Em sipasiya hewildanên avaker ên gotûbêjkerên Rûsiyê li Viyenê ji bo alîkariya bo nêzikbûna li lihevkirinekê ji bo rakirina boykotên li ser Îranê dikin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Îro derfeteke girîng e ku em derbarê alûgorên Ukrayn, Efxanistan, Yemen, Sûriye û Filistînê û mijarên din ên navneteweyî bişêwirin.

Wezîrê derve yê Rûsiyê jî bi gotina vêya ku gotûbêjên Viyenê dike ku bigihêjin dawiyê, got: Pêwendiyên bazirganiyê navbera Îran û Rûsiyê di sala derbasbûyî da zêdebûneke sedî 80 hebûye.

 

Serepeyv