Adar 07, 2022 01:56 Asia/Tehran
  • Reîsî: Gelê Ukraynayê bûne qurbaniyên siyaseta xerab a Amerîkayê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê gelê Ukraynayê qurbaniyên siyasetên xirab ên Amerîkayê bi nav kir û pêgirî kir: Komara Îslamî ya Îranê li dijî şer e û her roja ku şer zûtir bidawî bibe, di berjewendiya gelan de ye.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya serokomariyê, serokomarê Îranê, Seyîd Îbrahîm Reîsî roja yekşemiyê li civîna civata wezîran amaje bi mijarên navçê û kirîza Ukraynayê kir û got: Gelê Ukraynayê wek gelên Efxanistan, Yemen û Iraqê jî bûne qurbaniyên polîtîkayên xerab ên Amerîkayê."

Reîsî amaje kir: Komara Îslamî ya Îranê wek ku ji aliyê rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ve hatiye ragihandin, teqez li dijî şer e û her roja ku şer zûtir bi dawî bibe, ev yek di berjewendiya navçe û neteweyan de ye û xeterî, birîndarî û pirsgirêkên gelan kêm dibin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê her wiha li bara pêşhatên herî dawîn ên têkildarî muzakireyên rakirina dorpêçan li Viyenayê destnîşan kir: Wezareta karên derve û koma muzakerekar bi hewl û hewldanan li ser muzakereyan pêgîriyê dikin, lê hukûmetê qebûl nekiriye û nake. her çalakiyek li danûstandinan girê bide.

Reîsî amaje bi wê yekê jî kir, ku Peymana Navokî ne hemû siyaseta derve ya Îranê ye, belku di vî warî de wek pirsek tê dîtin û got: Mifteya serkeftina hikûmetê di 6 mehên borî de, çareserkirina hemû pirsgirêkan bûye, ji wan jî mijarên girêdayî siyaseta derve û  Sîstema bankî û petrolê ye û ti yek ji wan ji ber lihevnekirina ser Peymana Navokî nehatiye rawestandin."

Serepeyv