Sibat 28, 2022 13:41 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Qeyrana Ukraynê dê tu bandorekê li ser gotûbêjên Viyenê neke

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Pevçûna leşkerî navbera Ukrayn û Rûsiyê ji hêla dîplomasiyê va tu bandorekê li gotûbêjên Viyenê nake

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Duşemiyê got: Hemî kesên ku dîplomasiyê nas dikin dizanin ku babetên cûr bi cûr bi şêwaza xwe tên şopandin, her çend ku renge nêrînên ciyawaz hebin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Tiştê ku li Viyenê derbas dibe li ser esasa têgihîştina hevpar ji bo parastina berjewendiyên hemî aliyan e.

Xetîbzade got: Heta niha hemî liv û tevger û gotûbêj li Viyenê profesiyonal û rêzdarane bûne da tevî hemî ciyawazan, encamên guncan bi dest bixin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê bi gotina vêya ku welatên rojavayî hîn biryara xwe nedaye û tu babeteke nediyar ji bo wan nemaye, destnîşan kir: Rakirina boykotan û mijarên navokî ji mijarên herî kêm li Viyenê ye.

Xetîbzade derbarê hewildanên ji bo derxistina îraniyên niştecihê Ukraynê ji vî welatî, got: Me îranî ji navçeyên cengî bo navçeyên ewlehtir li rojhilat veguhestine û me hewil da ku ji sînorê Blarûsê derkevin. Hekbet hejmareke nêzikî 40 an 50 kes li Xarkiyêvê di roja yekem a destpêkirina şer da mabûn û me hewil da ku wan jî peyda bikin; Gerçî ku li wir rewşa leşkerî tuneye.

 

 

 

Serepeyv