Sibat 27, 2022 19:46 Asia/Tehran
  • Şopandina rewşa îraniyên li Ukraynayê di peywendiya Emîrî Ebdullahiyan ligel Balyozê Îranê li Polonyayê

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan bi telefonê li Balyozê Îranê yê li Polonyayê Husên Xerîbî derbarê rewşa dawî ya îraniyên ku li Ukraynayê dijîn û gihîştine Polonyayê lêkolîn kirin.

Rûsya sibeha Pêncşemê (24ê Sibatê) li Ukraynayê dest bi operasyoneke leşkerî ya taybet kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emir-Ebdullahiyan şemiyê bi şev li peywendiya telefonî bi Husên Xerîbî li Polonyayê û spasiya tedbîrên wî kir û jê xwest ku hemû cih û warên din ên pêwîst ji wan xwarin û tiştên paqijiyê ji wan re dabîn bike.

Di vê pêwendiyê de Xerîbî jî raportek li ser rewşa dawî ya îraniyan pêşkêş kir û tekez kir, ku tedbîrên pêwîst ji bo cîbicîkirin û dabînkirina pêdiviyên din ên îraniyan hatine girtin û veguhestina esmanî ya îraniyan ji Warşovayê bo Tehranê berdewam e.

Wî her wiha got: Rewşa Ukraynayê bi awayekî berfire û di qonaxa yekem de ber bi pêşve diçe û heta niha me hewl daye ku xwendekar û îranî ji bajarên bi metirsîdar dûr bimînin.

Xetîbzade qonaxa duyemîn bi veguhestina îraniyan bo sînorên rojavayê Ukraynayê bi nav kir û got: Balyozxana Komara Îslamî ya Îranê hewl da ku xwendekar û îraniyên ku li Ukraynayê dijçn bi rêyên hesinî û rêyên din ji wir derbixe û makîne û îmkanên xwe pêşkêşî xwendekaran kirin. Îraniyên li wir dijîn."

Serepeyv