Sibat 19, 2022 23:11 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Pêwendiyên Îran û Swêdê divê nebe armanca fitneyên Munafiqîn

Wezîrê karên derve yê Îranê li kêleka 58`emîn konferansa ewlehiyê ya Munîxê li hevdîtina tev hevtaya xwe ya Swêdî li ser pêwîstiya berfirehkirina hevkariyên her du welatan li warên curbicur pêgirî kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê îro (şemî) li dewama gotûbêjên xwe yên digel rayedarên pişkdar li 58`emîn Konferansa Ewlehî ya Munîxê di hevdîtina Wezîra Derve ya Swêdê Anne Linde de jê xwest ku serdana Tehranê bike ku wê jî ev vexwendina pejirand.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha amaje bi hin mijarên konsulxaneyî ji wan rewşa Hemîd Nûrî kir û got, nayê qebûlkirin ku peywendiyên her du welatan bibin armanca fitne û komployên koma têrorîst a Munafiqan.

Emîr Ebdullahiyan amaje bi rewşa hestiyar li Rojavayê Asyayê û berdewamiya krîza Yemenê û Efxanistanê jî kir û bal kişand ser rewşa Yemenê û got: "Em bi cidî ji berbelavbûna şerê Yemenê bo navçeyê dilgiran in û divê Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî." Ji bo birêvebirina vê rewşê û alîkariya çareserkirina krîza Yemenê ji riya siyasî ve erkên xwe pêk bînin.

Wezîrê karên derve yê Îranê amaje bi qeyrana mirovî li Efxanistanê û pêvajoya zêdebûna penaberan ji vî welatî kir û got: Komara Îslamî ya Îranê bi tenê wek welatê mêhvandarê zêdetir ji çend milyon penaberên Efxanistanê, nikare bi tenêtî hemû barê vê yekê hilgire.

Wezîra karên derve ya Swêdê Anne Linde jî kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina duyemîn bi hevtayê xwe yê Îranî nîşan da û got: 400 sal ji peywendiyên dualî di navbera Tehran û Stockholmê de û hebûna îraniyên elît di civaka Swêdê de û du wezîrên bi eslê xwe Îranî nîşana peywendiyên bihêz di navbera du welat û neteweyan e.

Serepeyv