Amarên dawî yên Koronayê li Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku li Îranê 23 kes ji ber vîrûsa koronayê can dan ku bi zêdekirina wan jimara qurbaniyên vê vîrusê li Îranê heya saetên dawiyê yên îro gihêşte 132 hezar û 356 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Înê 28 Çileya 2022 ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 16 hezar û 757 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku ji wan 994 nexweş di nexweşxanan de hatin razandin.
Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta saetên dawiyê yên îro li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 310 hezar û 452 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 6 milyon û 95 hezar û 414 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Li gorî amarên fermî, heta niha li cîhanê zêdetirî 367 milyon û 331 hezar kes bi vîrusa Koronayê ketine û zêdetirî 5 milyon û 658 hezar kesan jî bi sedema nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane.