Emîr-Ebdullahiyan: Îran hertim aliyê baş ê alûgorên navçeyê bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i331332-emîr_ebdullahiyan_Îran_hertim_aliyê_baş_ê_alûgorên_navçeyê_bûye
Wezîrê karên derve yê Îranê, Komara Îslamî ya Îranê wek aliyê baş ê alûgorên Rojavayê Asyayê zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 11, 2022 17:37 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Îran hertim aliyê baş ê alûgorên navçeyê bûye

Wezîrê karên derve yê Îranê, Komara Îslamî ya Îranê wek aliyê baş ê alûgorên Rojavayê Asyayê zanî.

Emîr-Ebdullahiyan, wezîrê derve yê Îranê roja Sêşemiyê piştî civîna di gel mîr û wezîrê derve yê Qeterê li Dûhayê, di gotûbêja di gel nûçegihanan da tevî gotina vê yekê ku nabe ku bi riya zor, çekdarî û hejemonîk di fikra çareserkirina qeyranan da bin, got: Komara Îslamî ya Îranê hertim di mijarên navçeyê da rola mihwerî, avaker û bingehîn hebûye û aliyê baş ê alûgorên navçeyê çi di têkoşîna dijî DAIŞê da û çi di gotûbêjên navçeyî da bûye.

Emîr-Ebdullahiyan derbarê gotûbêjên navçeyî jî got: Îranê hertim amadetiya xwe di vî warî ragihandiye û ji bo gotûbêjên ku bibin sebeba hevkariyê li navçeya Kendava Farsê rêkar û îde raber kiirye. Mîrê Qeterê jî hertim ji fikrên Komara Îslamî ya Îranê pêşwazî kiriye.