Îran û Macarîstan peymanek li ser gumrikê îmze kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330734-Îran_û_macarîstan_peymanek_li_ser_gumrikê_îmze_kirin
Berdevkê gumrika Îranê ji îmzakirina peymana hevkariyên gumrikî di navbera Îran û Macaristanê xeber da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 17, 2021 05:57 Asia/Tehran
  • Îran û Macarîstan peymanek li ser gumrikê îmze kirin

Berdevkê gumrika Îranê ji îmzakirina peymana hevkariyên gumrikî di navbera Îran û Macaristanê xeber da.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya IRNA`yê; “Seyd Ruhullah Letîfî” li bara îmzakirina peymana hevkariyên gumrikî di navbera Îran û Macaristanê de got: Duyemîn civîna Komîsyona Hevbeş a Hevkariya Aborî ya Komara Îslamî ya Îranê û Mecaristanê ku roja pêncşemiyê bi mazûvaniya Wezareta Karûbarên Aborî û Darayî ya Îranê hat lidarxistin, li bara hevkariyên gumrikê di navbera Îran û Mecaristanê da hat îmzekirin.

Letîfî di berdewamiya axaftinên xwe de got: Ev peymana hevkariyên gumrikê ji aliyê "Seyd Ehsan Xandûzî" wezîrê karûbarê aborî û darayî yê Îranê û "Pêter Siarto" wezîrê karên derve û bazirganiya Mecaristanê ve hate îmzekirin.

Wezîrê Karên Derve û Bazirganiyê yê Macaristanê Peter Siarto ku duh (Pêncşemê) di serokatiya şandeke aboriyê de giheşte Têhranê, pêştir bi hevtayê xwe yê Îranî û serokomarê Îranê re hevdîtin pêk anîbû.