Serleşker Baqirî: Me kêliyekê dev ji berfirehkirina şiyanên berevaniyê yên welêt bernedaye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330676-serleşker_baqirî_me_kêliyekê_dev_ji_berfirehkirina_şiyanên_berevaniyê_yên_welêt_bernedaye
Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê destnîşan kir: Me kêlî û çirkeyekê dev ji berfirehkirina şiyanên berevanîyê û hêza pêşîlêgirtina welêt bernedaye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 14, 2021 12:13 Asia/Tehran
  • Serleşker Baqirî: Me kêliyekê dev ji berfirehkirina şiyanên berevaniyê yên welêt bernedaye

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê destnîşan kir: Me kêlî û çirkeyekê dev ji berfirehkirina şiyanên berevanîyê û hêza pêşîlêgirtina welêt bernedaye.

Serdarê serleşker Muhemed Baqirî, Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê roja Sêşemiyê di komcivîna balyoz û serokên nûnertiyên Îranê li welatên cînar, got: Boykot û zext bû sebeba berxwedan û pêkhatina morala palpiştiya bi xwe û xwebawerî û girêdana kembera hewil û xebatê di warê berevaniya welêt da.

Serleşker Baqirî her wiha got: Wek bersiva li hemberî dijminatiyên cîhanî dijî Îranê, hin kiryar û stratejî ketina rojeva warê berevaniya welêt ku bi bereketa xwîna şehîdan, di bin tevdîr û rênîşandanên hekîmane yên hezretê Îmam Xumeynî (Re) û piştra Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî da, pêşeya berevaniya welêt gihîşte asteke pêşketin, geşatî û pêşîlêgirtinê ku roja îro tu hêzxurtek nawêre destdirêjiya sser wê bike.