Amarên dawî yên Koronayê li Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 82 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 129 hezar û 912 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Çarşemê yekê Kanûnê, 4 hezar û 312 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.
Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 121 hezar û 757 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 5 milyon û 892 hezar û 574 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî duh bi şev ragihand ku 374 hezar û 656 dozên vaksîna Koronayê li welêt hatine lêdan.
Wezareta Tenduristiyê her wiha ragihand ku 57 milyon û 776 hezar û 917 kesan doza yekem, 47 milyon û 385 hezar û 346 kesan doza duyem û milyonek û 105 hezar û 56 kesan jî doza sêyem a vaksîna koronayê wergirtine û li Îranê li ser hev dozên vaksîna Koronayê yên hatine lêdan giheştiye 106 milyon û 267 hezar û 319 dozî.