Xetîbzade: Armanca desteya danûstandinan a Îranê rakirina dorpêçan e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330359-xetîbzade_armanca_desteya_danûstandinan_a_Îranê_rakirina_dorpêçan_e
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Tîma muzakere ya Îranê ji bo misogerkirina rakirina dorpêçan çûye Viyenê û tişta ku li Viyenê diqewime li ser rakirina dorpêçan e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 30, 2021 07:35 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Armanca desteya danûstandinan a Îranê rakirina dorpêçan e

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Tîma muzakere ya Îranê ji bo misogerkirina rakirina dorpêçan çûye Viyenê û tişta ku li Viyenê diqewime li ser rakirina dorpêçan e.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, Seîd Xetîbzade roja sêşemiyê li gotûbêja bi IRNA`yê, bal kişande ser destpêbûna muzakirên Îran û koma 4 + 1 ji bo rakirina dorpêçên Amerîkayê li dijî Îranê li Viyenê û got: Mijarên wek danûstandinên gav bi gav û sozên nû cihê xwe di danûstandinên Îranê yên ligel koma 4+1 de tine.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê  got: Îran bi îradeyeke cidî ketiye nav muzakirên Viyenê û eger aliyên din li şûna windakirina demê bi niyeta rast bikevin nava danûstandinên Viyenê, dê gotûbêj li ser rêya rast bin.

Demek nû ya danûstandinên navbera Îranê û welatên 4+1 ji bo rakirina dorpêçên Amerîkayê li dijî Îranê duh bi tîmeke nû ya desteya danûstandinan a Îranê dest pê kir.

Di van danûstandinan de cîgirê siyasî yê Wezareta Derve ya Îranê “Elî Baqirî Kenî” serokatiya şanda danûstandinan a Îranê dike.