Serdar Şikarçî: Em li dû çêkirina amûrên herî pêşketî yên leşkerî ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330246-serdar_Şikarçî_em_li_dû_çêkirina_amûrên_herî_pêşketî_yên_leşkerî_ne
Berdevkê payebilind ê hêzên çekdar ên Îranê got: Em li dû çêkirin û berhemanîna çek û amûrên herî bihêz û pêşketî yên leşkerî ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 24, 2021 12:51 Asia/Tehran
  • Serdar Şikarçî: Em li dû çêkirina amûrên herî pêşketî yên leşkerî ne

Berdevkê payebilind ê hêzên çekdar ên Îranê got: Em li dû çêkirin û berhemanîna çek û amûrên herî bihêz û pêşketî yên leşkerî ne.

Li gorî rapora IRIB Newsê, serdar sertîpê pasdar Ebulfezl Şikarçî, Berdevkê payebilind ê hêzên çekdar ên Îranê got: Welatê me hin ciyawazî û mijarên hevpar di gel hemî welatên cîhanê heye. Mijara hevpar a me di gel cîhanê ev e ku em li dû xurtkirina teknolojî û îmkanan, bi taybet di warê leşkerî da ne û ji bo berevaniya ji welat, înqilab, hikûmet û gelê xwe, em li dû vankaran in.

Serdar Şikarçî got: Tenha tiştê ku em naşopînin, çeka atomî ye û em her tiştekî din ji bo berevaniya ji welat, memleket û gelê xwe dişopînin.