Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 124 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê welêt gihêşte 128 hezar û 42 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Şemê 13ê Mijdara 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 4 hezar û 306 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku ji wan 784 kes li nexweşxanan de hatin razandin.
Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 31 hezar û 575 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 5 milyon û 683 hezar û 458 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Li gorî vê raporê, şeva borî 621 hezar û 154 dozên vaksîna Koronayê li Îranê hatiye lêdan.
Wezareta Tenduristiyê her wiha ragihand ku 55 milyon û 576 hezar û 533 kesan doza yekem, 42 milyon û 183 hezar û 468 kesan doza duyem û 421 hezar û 399 kesan jî doza sêyem a vaksîna koronayê wergirtine û li Îranê li ser hev giheştiye 98 milyon û 181 hezar û 400 dozî.