Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê îdiayên li dijî Îranê tîne ziman
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i329702-Şêwirmendê_asayîşa_netewî_ya_amerîkayê_îdiayên_li_dijî_Îranê_tîne_ziman
Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê bi îdiayên dijî Îranê û bêyî ku behsa sabotajên Koşka Spî bike, îdia kir ku dema vegerîna Îranê bo Rêkeftina Navokî ne diyar e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 29, 2021 08:57 Asia/Tehran
  • Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê îdiayên li dijî Îranê tîne ziman

Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê bi îdiayên dijî Îranê û bêyî ku behsa sabotajên Koşka Spî bike, îdia kir ku dema vegerîna Îranê bo Rêkeftina Navokî ne diyar e.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, “Jake Sullivan”, êvariya Pêncşemê bêyî ku behsa berdewamiya siyaseta zexta herî zêde ya Joe Biden serokkomarê Amerîkayê li dijî Îranê bike, îdia kir: Hîn ne diyar e ku Îranî amade ye vegere ser gotûbêjan an na.

Li gorî vê raporê, Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê her wiha îdia kir; Em amade ne bi niyeta baş bi Îranê re danûstandinan bikin.

“Elî Baqirî Kenî” alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser vê yekê ku li gorî lihevkirina tev welatên Grûba 4+1, danûstandin û gotûbêjên dualî bi her yek ji van welatan re pêk hatin ji bo ku nêrînên wan derbarê rakirina boykot û dorpêçên zordarane yên li dijî neteweya Îranê nêzîk hev bibe.

Heta niha şeş dewrên danûstandinan bi armanca vegerandina Amerîka bo Rêkeftina Navokî li Viyenê, bi beşdariya welatên mayî di rêkevtinê de hatine encamdan; Di vê derbarê de, Tehranê ragehandiye ku rakirina hemû dorpêçên yekalî û neqanûnî ji aliyê Waşîngtonê ve û piştrastkirina wan, mercek e ji bo lihevkirina di vê derbarê de.

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump di 8ê Gulana 2018an de bi awayekî yekalî û neqanûnî ji Rêkeftina Navokî derket û polîtîkaya bi navê "zexta herî zêde" xiste rojevê.