Cotmeh 04, 2021 14:12 Asia/Tehran
  • Beşdariya Îranê di çêkirina cadeya stratejîk li Ermenistanê

Komara Îslamî ya Îranê bi hevkariya Ermenistanê, operasiyona çêkirina riya dewsgir jibo hatûçûna kamiyonên hilgirê bar navbera du welatan xistine rojeva xwe ya karî.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Piştî astengîderxistina Komara Azerbaycanê li ser riya hatûçûna kamiyonên îranî jibo veguhestina baarên xwe bo Ermenistanê ji riya Qerebaxê, Xeyrullah Xadimî alîkarê wezîrê Rê û Çêkirina Bajaran û Rêveberê Kompaniya Çêkirin û Berfirehkirina Binavahiyên Veguhestinê ya Îranê îro jibo serdana ji cadeya Tatifê li Ermenistanê wek riya dewsgir a kamiyonên tranzîtê yên Îranê ku ji derbasgeha sînorî ya Nordozê diçin Ermenistanê, di serê tximekê da berê xwe da Yêrîvanê.

Biryar e ku Xadimî di vê seferê da, şêwaza hevkarî û beşdariya Îranê di çêkirina vê cadeyê da vekolîne.

Riya Tativê wek riya dewsgira cadeya Gorîs-Kapanê ji aliyê Ermenistanê va hatiye berçavgirtin.

Dewleta Bakûyê vê dawiyê di kiryareke nemirovane da bi pêkanîna hin astengiyan di beşeke riya Gorîs-Kapanê ku piştî şerê 44 rojî yê par navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê û li gorî lihevkirina agirbesê ya Mijdara 2020î wek kewşena Komara Azerbaycanê tê naskirin, 130 dolarî ji kamiyonên Îranê ku diçin Ermenistanê distîne; Ev kar tûşî itiraza Îranê bû.

 

Serepeyv