Fermana Reyîsî jibo bikaranîna hemî derfetên heyî jibo kontrolkirina Koronayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i328170-fermana_reyîsî_jibo_bikaranîna_hemî_derfetên_heyî_jibo_kontrolkirina_koronayê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê ferman da Wezîrê Tendurustiyê da ku hemî derfetên pêwîst jibo kontrolkirina Vîrûsa Koronayê û dermankirina nexweşan bên bikaranîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 09, 2021 12:04 Asia/Tehran
  • Fermana Reyîsî jibo bikaranîna hemî derfetên heyî jibo kontrolkirina Koronayê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê ferman da Wezîrê Tendurustiyê da ku hemî derfetên pêwîst jibo kontrolkirina Vîrûsa Koronayê û dermankirina nexweşan bên bikaranîn.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Serokomartiya Îranê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê di peywendiyên telefonî yên cuda tev Wezîrê Tendurustiyê  û parêzgarê Xorasana Rezewî rewşa herî dawî ya nexweşiya Koronayê li Îranê û li Xorasana Rezewî ji wan pirsî.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di vê peywendiya telefonî da li ser bikaranîna hemî derfetên heyî jibo lezandina kontrola nexweşiyê, dermankirin û raberkirina xizmetan bo nexweşan tekez kir û fermanên pêwîst dan.